• BIST 84.208
  • Altın 147,005
  • Dolar 3,7769
  • Euro 4,0596
  • İstanbul 6 °C
  • Ankara -2 °C

Zimane zikmaki mafe

Zimane zikmaki mafe
Xwişk û birayên binirx, rastî dijmin zimanê li welatê me ji me ra qedexe kiriye û me perwerda zimanê xwe jî nediye. Lê di vî warê de kêmasî û çewtiyên me jî hene.

Raste zimanê me tê înkar kirin. Lakin li ser hemû Kurdên welatperwer û xwedî namûs jî lazime ku kovar, rojname, pîrtûk, rûpel û nivîsên Kurdî li ku deverî bidest bixin gerekî bixwînin û binvîsin. Ez ji we hêvî û rica dikim hûn nebêjin zimanê me zor e û hûn bi axaftina zimanê me şerm nekin. Ev ziman dayina Xweda ye. Kesên ku zimanê xwe hez neke, jê şerm bike bawer bikin ew çewt in, ew gunehkar in. Xêrnexwazên me xwestin ku Zimanê Kurdî tune bikin. Hûn zanin ku çima ev ziman hêjî dijî, bawer bikin Xwedê Teala nehişt xwişk û birayên ezîz. Tirk, Erebên Iraq û Sûrî û Farisên Îranê destdan hev xwestin ku vî zimanê me û milletê me ji holê rakin lê di vî fikr û planê xwe yê qirêj de serkeftinê bidest nexistin. Bawer bikin ev jî fedl û kerema Xwedê bû ji bo me Kurdan.

Ango hûn viya baş zanibin ku Rebbê me bi me ra ye. Ew tu car naxwaze em tune bibin. Ka ji xwe re carek bifikirin ku em ewqas sal in di bin zilma van dagirkeran de dijîn û li hember êrîşên wan yê qirêj jî tên. Dijmin çi qas bi hev re jî êrîşe me û nirxên me dikirin em zêdetir xurt dibûn. Nehiştin ku em bi zimanê bipeyivin, kesê ku bi Kurdî diştixilî an jî stranên Kurdî guhdar dikir lez bi lez ji aliyê hêzên dewletê ve an dihatin kuştin an jî dihatin îşkence kirin. Yanî bav û kalên me ji bo azadiya vî zimanî canê xwe feda kirine lê em çi dikin ji bo vî zimanî. Ka bêjin em çi dikin. Zimanê me heyya îro ji me ra hatiye lê hezar şerm û heyf e ku em lê xwedî dernakevin. Mixabin em nankorî û bêxîretiya dikin li hember Xweda û li hember bav û kalê xwe !


Wellehî birano, xwişkno kes êdî ji me ra nabêje were bo zimanê Kurdî xwe bide kuştinê. Lewra ew dewr qediya. Dijmin jî hinek berxwedana me dît û mecbûr ma gavê xwe avêt paş. Ji bo zimanê Kurdî dewra kuştin û mirinê bi dawî bû, lakin dewra jiyandina zimanê Kurdî destpêkir. Heke em ji bo pêşketina zimanê xwe nexebitin zimanê me di cîhê xwe de bi pêşnakeve. Lazime ku em li zimanê xwe xwedî derkevin. 


Lewra Xwedê Teala Ezze we Cell di Qur'ana xwe da (li gor fehmê min) dibê: 

''Cûdabûna zimanê we jî ji ayetek Xwedê ye.'' [Rûm, 22] 


Lazime ku em ji bo zimanê xwe çi bikin? Pir hêsan e. Ev tiştan jî bikin êz bawerim ku emê tiştek baş ji bı zimanê xwe bikin. Ew jî ev in:


1) Bi taybet ciwanên me yên ku nûh dizewicin pêwîste di mala xwe de bi zimanê Kurdî biaxivin û zarokê xwe jî perwerde bikin. Bi wan re Kurdî biaxivin. Tirkî, Erebî an jî Farisî neaxivin, bi wan re tenê bi Kurdî biaxivin da ku zimanê xwe hîn bikin.

2)
 Tenê axaftin jî têr nake. Lazime ku kaxiz û pênûs/qelem bigrin destê xwe û hêdî hêdî bi Kurdî binvîsin. Ji bo hînkirina nivîsandinê dikarin ji pîrtûk, rojname û kovarên Kurdî jî alîkariyê bigrin. Hetta dikarin ferhengek zimanê Kurdî jî bistînin û xwe bi vî rengî jî perwerde bikin.

3) Dîsa ya herî girîng ev e ku rojname, tv, kovar, malper, radyo û hemû saziyên Kurdî lazime ku giraniya xwe bidin ser xebatên zimanê Kurdî. Mesela qenalên Kurdî dikarin bernameyan bo hînkirina zimanê Kurdî amade bikin. Wellehî em tiştek, xebatek nekin karê me zehmet e di pêşeroja de. Mixabin
 em li Tirkiyê bûne Tirk, li Iraq û Sûrî bûne Ereb û li Îranê jî em bûne Faris. Na birano, xwişkno Kurdîtî ne bi vî rengî ye, gelo emê kengî bibin Kurdekî rast !

Wellehî dewletên dagirker zimanê me hînê me nakin. Ew dixwazin ku me û zimanê me tune bikin. Lewra ew xêrnexwaz û neyarên me nin. Heyya em zimanê xwe nizanibin, em zimanê xwe nas nekin û em ji bo pêşketina zimanê xwe nexebitin bawer bikin em gavek jî li pêş nakevin. Pêwîste em li zimanê xwe xwedî derkevin. Li derva û li malê ferq nake.

Ka bifikirin ku rehma Xwedê lê be Şêx Seydayê Ehmedê Xanî çima pîrtûkek bi navê ''Nûbihara Biçûkan'' nivîsandiye. Belê Şêx Ehmedê Xanî ev kitêb nivîsand da ku zarokên Kurd zimanê xwe hîn bikin û di warê ziman de asîmîle nebin. Heta Şêx Ehmedê Xanî di pîrtûka xwe da jî nivîsandiye û gotiye: ''Ne ji bo sahib rewacan belki ji bo biçûkê Kurmancan.'' Yanî dibê ev kitêba ku ez dinvîsim tenê ji bo zarokên Kurmanca ye. Ne ji bo sahib rewacan ku ew jî zarokên Tirk, Ereb û Farisa ne ! Lewra zimanê wan gellek li pêşketiye.


Celadet Elî Bedirxan jî vî bêbextiya me dibîne di gotinek xwe da ji me ra dibêje: ''Malxirabno an bi Kurdî biaxivin, binvîsin an jî nebê jin em Kurd in ! ''

Raste Xwedê Subhanehu we Teala alîkariya me dike û bi me ra ye lê lazime ku em jî xebatê xwe bikin. Ev ziman emanetek Xweda ye ji bo me. Pêwîste em li vî emanetê wî xwedî derkevin. Heyya ku em xwe neguherînin Xweda me naguherîne.

Lewra Xweda di pîrtûka xwe ya pîroz de (li gor fehmê min) dibê: 

''Heyya ku qewmekî xwe neguherîne em wan naguherînin.'' [Re'd, 11]


Pêwîste ku em ji van tiştan ji xwe ra ders bigrin û tevgerên xwe yên nebaş biguherînin û li nirxên xwe xwedî derkevin. Lazime ku Kurdên li hemû deverên dinyayê zimanê xwe baş zanibin û ji bo pêşketina zimanê xwe bixebitin !

Gelî Kurdên welatperwer ji bo pêşketina Kurd û Kurdistanê: (!) 

* BI KURDÎ BIXWÎNIN Û BIDIN XWENDIN !
* BI KURDÎ BINVÎSIN Û BIDIN NIVÎSANDIN ! 
* JI BÎR NEKIN KU ZIMANÊ ME NASNAMA ME YE !
* ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE !
* ZIMANÊ ME NAMÛS Û ŞEREFA ME YE ! 
* ZIMANÊ ME EMANET Û DIYARIYEK JI XWEDA YE JI BO ME !

Bu haber toplam 1182 defa okunmuştur
  • Yorumlar 2
  • Facebook Yorumları 0
    YASAL UYARI: Yazılan yorumlar hiçbir şekilde Hakkarihabertv.com’un görüş ve düşüncelerini yansıtmamaktadır. Yorumlar, yazan kişiyi bağlayıcı niteliktedir.
    Diğer Haberler
    Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Hakkari Haber TV | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel :
    Savaş TAŞ - 0.(546) 273 25 56
    Yusuf TAŞ- 0.(545) 266 87 94 | Haber Scripti: CM Bilişim