03 Mayıs 2024
  • İstanbul19°C
  • Ankara16°C

PEYAMA MIN YA SALA 2015 Jİ GELAN RE

Peyama mın ya sala 2015 ji gelan re

Hêvîdarim sala 2015 jı bo hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Colemêrgê, Kurdistanê,

31 Aralık 2014 Çarşamba 14:22

Türkiye û hemû mirovayetiyê sala bextewerî û xweşguzeraniyê be. Hêvî dikim sala nû sala bi dawî hatina teror û înkarkarî û tundrewiyê be û êdî rûmet û kerameta mirovahiyê neyê binpêkirin û aştî xwe li ser her çar qerên Kurdistanê, Türkiyê, rojhılata navin, tevahi û cihanê da bikêşe û bihayên mirovî li ser kîndarî û req da serbikevin.
 
Bi helkefta serê sala nû hezaran silav ji bo giyanê pak Yê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û ji bo ruhê bêgerdê wan şerwanên parastına gel û Pêşmergeyên qehremanên li şerê dijî terorîstên Da'îş û hevalbendên wan de azayane canê xwe gorî gel û nîştîmanê kirin. Ji wê yekê bawerim ku gelê Kurdistanê bi wê bihaya xwe ya bilinda de heye serdikevê û şikest û serşorî ji bo dijminên gelên Kurdistanê dê bimîne.
 
Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de spasî xweragiriya hemû take kesen xelkê Kurdistanê bikim û her wiha wan hemû azîzên li koçberî û kamp û wargehan de dijîn ku li rewşeke sext û dijwar da tehemula qeyran û nexweşiyên zor û gıran kirin û palpişta hêzên Şerwanên Yêkineyên Parastına gel û Pêşmergeyan û dam û dezgehên tewahi Kurdistanê bûn. Pişt bi xweda, Yekineyên parastınê û Pêşmergê gelê Kurdistanê li sala nû da hemû serbilindî vegerin ser mal û halên xwe. Çiya Berçelan
Yorumlar
YASAL UYARI: Yazılan yorumlar hiçbir şekilde Hakkarihabertv.com’un görüş ve düşüncelerini yansıtmamaktadır. Yorumlar, yazan kişiyi bağlayıcı niteliktedir.