27 Nisan 2024
  • İstanbul18°C
  • Ankara20°C

ZİMAN ÇAWA TÊ PARASTİN

Ziman çawa tê parastin

Çar tiştên bingehîn hene ku zımanekî ji mirinê rizgar dike û wî zimanî li ser piyan digire. Ji van yek jî perwerdehî yê .Dema ku zimanek bibe zimanê perwerdehiyê , wî zimanî di qada jiyanê de cihek girîng bidest xistiye.

21 Ocak 2015 Çarşamba 12:29

Ya din axiftina nifşê nû ye. Hindî ku nifşê  nû  bi zimanê xwe  yê  zikmakî  biaxive  tê wateya  parastin û pêşveçûna wî zimani. Ya  sêyan  jî bazar e.Dema ku zimanek bibe zimanê bazarê  û danûstandin  pê bê kirin ev jî dibe parastin û xwedî derketina ziman. Ya çaran jî weşan e . Dema ku bi zimanekî weşanên cuda cuda bên weşandin,her wiha ew weşan bên xwendin ,ji bo belavbûn û pêşketina  zimanî qadeke din diafirîne..Dema ku zimanekî ev her çar stûn ji dest dabin ew ziman di xetereyê de ye.

Zimanek bi çi tê parastin û bi çi tê bilindkirin? Bi xwedî derketinê .Ango mirov pê biaxive  , bi nivîsandinê , bi zanistiyê ,bi felsefeyê , wêje ü  hwd. Dema ku bi zimanekî neyê fikirîn , pê zanistî  û  felsefe neyê kirin, dê  ew ziman bêkes bimîne, ango dê qels ü belengaz bibe.

Her ziman hebûna xwe bi axiftina wî miletê ku pê diaxive diparêz e  .Dema ku bi zimanekî neyê axiftin ew ziman nikare hebûna xwe biparêze .Ew ziman wê ber bi tunebûnê ve biçe . Lê divê bê zanîn ku zimanek nikare hebuna xwe tenê  bi  axiftinê biparêze .Dema ku zimanêk nebe zimane nivîsê , tenê zimanê devkî bimîne dem bi dem  dê qels bibe , dê  dewlemendiya xwe winda bike , dê   peyvên wî  bêne  guherîn , di nava demê de dîsa dê bi mirinê rûb rû  bimîne . Ji  ber  wê yekê  ji bo parastina zimanekî yek jı stûna bingehîn jî  ew  e ku ew ziman bibe zimanê nivîskî.

Zimanê  zikmakî , ango zimanê dayikê ,ne tenê navgîneke axaftinê ye ; her wiha ramana mirovan e.Zimanê dayikê  ji  bo jîyandina kesayetî û çanda mirovan , hebûna mirovan a heri girîng e. Kesa/ê  ku girîngiya zimanê zikmakî nizanibe , nikare li hember hebûna xwe , çanda xwe rêzdar be.  zimanê zikmakî  di awabûn û pêşketina nasname û kesayetiya mirovan de rola sereke dilîze .

Zimanê zikmakî di têgihîştina mirov a xwezayê û derûdorê de sedema herî grîng e . Bêyi zimane zikmaki ,ne pekan e ku mirov behsa jiyandina çandekê bike, ango behsa çanda xwe bike .Kesê/a ku ji zimanê xwe  ye zîkmaki bi dûr bikeve , ji çanda xwe , hebûna xwe ,rastiya xwe û kesayeti û nasnameya xwe dûr dikeve . Her çandek tenê dikare bi zimanê xwe bigehîne pêşerojê .Ziman nebe , çand ji nabe . Ziman neynika dilê mirov e. Neynika dilê xwe neşkênin. 

Yorumlar
YASAL UYARI: Yazılan yorumlar hiçbir şekilde Hakkarihabertv.com’un görüş ve düşüncelerini yansıtmamaktadır. Yorumlar, yazan kişiyi bağlayıcı niteliktedir.