JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Kaynak:Hakkarihabertv.com
Ev roja dîrokî di sala 2006an de weke Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin û ji wê salê ve ye tê pîrozkirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî pîroz dikin.
Mixabin ev sed sal zêdetir e nasnameya neteweya kurd tune tê hesibandin û êrişên li ser zimanê Kurdî kêm nebûne. Hemû desthilatdaran hewl daye ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Desthilata heyî jî heman polîtîka domandin û em dibînin ku pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatine nûjenkirin; zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin û bişaftina li ser zimanê kurdî bi awayên cuda berdewam dike.
Di sedsala 21emîn de li gelek welatên dinyayê ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewlet, veguherîne goristana zimanan.
Pergala netew-dewlet a ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye.
Bêguman kurdan bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayen yekzimanî pêk bên û zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe dane û tu car nehiştine ku zimanê Kurdî were jibîrkirin.
Li hember hemû polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kiriye û vê têkoşînê hîna jî didomîne.
Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku “Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e.
Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî hilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye.
Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanibin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin.
Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
Îro bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in.
Halbûkî ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin.
Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên Tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî.
Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan werin mîsogerkirin, gelê kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de bi israr be.
Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
Gelê me, dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê kurdî bidawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.
Cejna Zimanê Kurdî, dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê.
Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya Kurdî’ em ê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin û li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin.
Di vê çarçoveyê de, bi hişmendiya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe xurtir û bilindtir bikin.
Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!
Bijî Zimanê Kurdî!