• BIST 10891.42
  • Altın 2529.106
  • Dolar 32.8951
  • Euro 35.7068
  • İstanbul 22 °C
  • Ankara 19 °C

SALEKE BİZEHMET DERBAS BÜ

SALEKE BİZEHMET DERBAS BÜ
Sala 2009 bizehmetî derbas bû. Wisa diyar e ku hin zehmetiyên 2009'an di 2010'an de jî bijîn. Lê belê di heman salê de hin astengiyên kevneparêz û nijadperest jî li Tirkiyeyê ji holê rabûn.

Haber: Ahmet Dere

(Avrupa)

Qedexekirina DTP'ê û operasyona lidijî BDP'ê weke rûyê reş yê sala borî hate nivîsandin.

 

Digel zehmetiyan sala 2009'an ji hin gavên pêşverû re jî derî vekir. Çendî AKP samimî nebe jî, niqaşên di bin gotina « Demokratîk Açilim »ê de hatin kirin bû sedemê niqaşkirina hin rastiyan. Bi taybetî di derbarê pirsgirêka kurd de niqaşên bêhempa hatin lipêşxistin û cur be cur pêşniyazî derketin pêş. Lewre ez sala borî pir bêxêr û bêyom nabînim.

 

Sala par ji bo AKP'ê jî xwediyê giraniyekê mezin bû. Hilbijartinên herêmî hêza wî hinekê qels kiribe jî, bi meşandina operasyona Ergenekonê wî hewl da ku di ser artêşê de jî bandora xwe bide hîskirin. Qasê ku dixûyê AKP liberxwe dide û liser nigên xwe disekine. Lewre ez dibêm sala nû di vî derbarî de xwediyê giraniyeke mezin e. Ev sal dikare AKP binpê jî bike dikare wê bihêztir jî bike.

 

Hilbijartinên herêmî ku di 29'ê Adar a 2009'an de li Tirkiyeyê pêkhatin ji bo Kurdan bû pêngaveke girîng. Hejmara şaredariyên DTP ji 54'an derket 98'an, rêjeya dengê wê jî bilindtir bû. Operasyona ku di 14'ê Nîsan ê de lidijî rayedarên DTP'ê pêkhat weke bersiva serkeftina DTP'ê hate nirxandin. Lê belê gelê kurd serî ji zextên dewletê re nifs nekir, heya dawî alîkariyê da DTP'ê. Lewma doza ku ji sala 2007'an vir ve lidijî vê partiyê vebûbû dakete ser maseya Dadgeha Bilind. Biryara qedexekirina DTP'ê weke bersiva serkeftinên wê derketiye pêş.

 

Di sala borî de mijara ku zêdetir hatiye niqaşkirin û di rojeva Tirkiyeyê de cih girtiye, bêguman nêrînên Birêz Öcalan û bangên wî bûn. Tê zanîn ku pêvajoya « Demokratîk Açilimê » bi înisyatîfa AKP'ê nehate destpêkirin, di heman mijarê de rola bangewaziya Öcalan û mijara Nexşerê xwediyê roleke mezin bûn. Heke ji ber hewldanên Birêz Öcalan nebûya ez bawer dikim AKP « Demokratik Açilimê » nedigirt rojeva xwe û ya Tirkiyeyê. Heman pêvajo û niqaşên wê di vê sala nû de jî wê berdewam bikin.

 

Hatina komên aştiyê jî mora xwe li rojeva sala par xist. Bi vê gavê baş hate dîtin ku Birêz Öcalan li ser Hêza Rizgariya Gelê Kurd de xwediyê giraniyekê ye û ji aliyê gel ve tê guhdarkirin. Ev rastî ji aliyê dewleta tirk ve jî û ji aliyê cur be cur derdorên Tirkiyeyê ve jî hate dîtin. Bandora Öcalan di sala 2010'an de wê zêdetir were dîtin. Di vî warî de di zimanê cur be cur derdoran de guhertin çê bû ye.

 

Bi rewşa siyasî a Bakurê Kurdistanê ve girêdayî di parçeyên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de jî hin gavên berbiçav derketin pêş. Di navbera Tirkiyeyê û Başûr de trafîkekê dîplomasiyê çêbû, qasê ku tê dîtin, Tirkiye neçar ma ku rastiya heman parçeyê qebûl bike. Dîsa, bi taybetî jiber pirsgirêka kurd, di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de jî nermahiyekê çê bû, wisa dixûyê ku wê heman pêvajo bidome. Jiber rewşa giştî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê tevliheviyekê hate dîtin û hê jî didome. Ez bawerim di vê sala nû de PJAK wê bandora xwe zêdetir fireh bike û di nîzameke nû ya Îranê de bibe xwediyê ciheke bitesîr.

 

Bi awayeke giştî sala 2009'an bizehmetî derbas bûbe jî, ji bo paşerojê bingeheke xurt hatiye  çêkirin. Heke Kurd di nava xwede bizanibin guftugoh bikin û yekîtiyekê neteweyî çêbikin û bitenzîm bin sala 2010'an wê serkeftinê biafirîne. Na, heke hêzên Kurdan li ser esasê hejmarên piçûk û li gorî nêzîkatiyên kifnikî bilebitin, mixabin wê ev sal jî ji kîsê gelê me biçe.

 

Bu haber toplam 1681 defa okunmuştur
  • Yorumlar 0
  • Facebook Yorumları 0
YASAL UYARI: Yazılan yorumlar hiçbir şekilde Hakkarihabertv.com’un görüş ve düşüncelerini yansıtmamaktadır. Yorumlar, yazan kişiyi bağlayıcı niteliktedir.
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
  • ALEV ALAN ZIRHLI ARAÇ BÖYLE YANDI05 Ağustos 2010 Perşembe 13:03
  • ÇOCUKLARIMIZ BORÇLU DOĞUYOR...05 Ağustos 2010 Perşembe 11:28
  • HAKKARİ`DE HAVA HAREKETLİLİĞİ...05 Ağustos 2010 Perşembe 10:54
  • KÖY OKULUNDA KPSS`YE HAZIRLANIYOR04 Ağustos 2010 Çarşamba 17:05
  • HAKKARİ`DE KUŞLARA MODERN YUVA..04 Ağustos 2010 Çarşamba 15:35
  • BAŞKAN ASLAN YETKİLİLERE SİTEM ETTİ..04 Ağustos 2010 Çarşamba 14:47
  • ZABITA`DAN RAMAZAN ÖNCESİ DENETİM04 Ağustos 2010 Çarşamba 12:55
  • CİLO DOĞA DERNEĞİ KİME ÖFKE SAÇTI...03 Ağustos 2010 Salı 12:54
  • MAHALLE GÖÇÜNÜ BELEDİYE ÖNLEDİ...02 Ağustos 2010 Pazartesi 17:45
  • AŞİRET BÜYÜKLERİNE ÖNEMLİ ÇAĞRI..02 Ağustos 2010 Pazartesi 17:08
  • Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Hakkari Haber TV | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel :
    FEYZULLAH TAŞ- 0.(505) 440 39 66
    SAVAŞ TAŞ - 0.(545) 864 4868
    YUSUF TAŞ- 0.(544) 346 1740 | Haber Scripti: CM Bilişim