• BIST 10891.42
  • Altın 2529.106
  • Dolar 32.8951
  • Euro 35.7068
  • İstanbul 23 °C
  • Ankara 17 °C

XALİD TETİK HAKKARİHABERTV`DE...

XALİD TETİK HAKKARİHABERTV`DE...
Aslen Hakkari`li olan ve Almanya'da yaşayan ve Kürtçe yazıları bulunan Xalid Tetik, bir birinden güzel yazıları ile Hakkarihabertv.com`da..

Şander Bavê Ronahî

Çavkanî : Lotikxane

 

NEVÎYA ZERDÛŞT


Bavê Ronahî

Li Palo gundê Mîrehmed jinikek li ser bênderê genimê xwe dide hev. Ji nişka ve baranek dibare û tofan û lêmiştî  radibe. Genimê jinika feqîr tev li baran û lêmiştîyê dibe, diçe û her diçe.

Jinik diqehire û destê xwe li ber esmanan radike û dihejîne. Bi dengek bilind dike qêrîn û ji xwedê re îsyan dike û dibêje: “ Ma tu şerm û eyb nakî? Ma dilê te qet naşewite? Ma tu korî û nabînî ? Çima tu risqê feqîran jê distînî? Ma em feqîr jî ne ebdê te ne? Tu xezeba xwe li ser me de dibarînî, ma tu jî hevalê zordaran î? Raste, raste tu hevalê wan î. Heke tu ne hevalê wan î, tu çima risqê me ji me distînî?” û gilîyê xwe dike.

 

 

 Jinên gund jî van gotinan dibihîzin. Lewre jî dibêjin: “ Ew kafir e” û pê re xeber nadin, heqaretan li jinikê dikin, êrîşan dibin mala wê, nahêlin zarokên wan bi zarokên jinikê re heber din û bilîzin. Bi serde jî zarokên gund li zarokên wê dixin û dibêjinê:

”Dêya te kafir e”. Ji ber van sedeman jinik ji qehran dibeece û dimire.

 Piştî çend mehan Şêx Mêhdîyê brayê Şêx Seîdê kal, vê bûyerê dibihîze û diçe  gundê Mîrehmed. Lêpirsînan dike ka ev mesele qewimîye yan ne. Bûyer rast derdikeve. Şêx Mêhdî ji wan re dibêje: “ Ka qebra wê xatûnê li kîderê ye, nîşanî min bidin da ku ez fatîhakê li ser bixwînim”.

 Jinên gund dibên: “ Çawa dibe Şêxê min! Em qurban, ne ew jinik kafir e, li henber xwedê îsyan kiriye. Ma fatîhe li ser wê tên xwendin, ew cehnemî ye, cehnemîîîîî!”

 Welhasil, Şêx Mêhdî diçe ser qebra wê û gundî jî didin pey wî û diçin qebristanê.

Şêx Mêhdî fatîhakê dixwîne û ji gundîyan re dibêje: “ EW NEVÎYA ZERDÛŞT” e. Neheqîyê qebûl nake, li henber neheqîyê serî hildaye. Heqê xwe xwestîye. Heke we jî heqê xwe xwestiba, li henber neheqîyan nerazîbûna xwe nîşan daba, hûnê neketibana van halan”.

Ev serpêhatî di roja Newrozê de kek Îrfan Aydin ji min re got. Wî berê bi zaravayê Dimilî di kovara VATE de weşandibû. Lê ji ber ku wî  bi zazmanckî got ( Kurmancîya bi aksenta Zazakî) min evqas jê fahm kir. 

Îcar hûn jî wek nevîya Zerdûşt neheqîyê qebûl nekin Kurdino. Heger hûn neheqîyan qebûl bikin û bêdeng bimînin, bizanibin ku wê halê we her halê sefar`an be û hûn sax

 

 

 

 

 

Bu haber toplam 3677 defa okunmuştur
  • Yorumlar 0
  • Facebook Yorumları 0
YASAL UYARI: Yazılan yorumlar hiçbir şekilde Hakkarihabertv.com’un görüş ve düşüncelerini yansıtmamaktadır. Yorumlar, yazan kişiyi bağlayıcı niteliktedir.
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
  • İsrail'in sivil katliamı sürüyor18 Haziran 2024 Salı 20:36
  • Duhoklu ailelerin katledilği dava ertelendi13 Haziran 2024 Perşembe 15:16
  • Gazze'de kalıcı ateşkes için ilk adım atıldı11 Haziran 2024 Salı 10:02
  • İran seçime 6 adayla giriyor09 Haziran 2024 Pazar 18:23
  • İsrail katliamı devam ediyor: 210 ölü08 Haziran 2024 Cumartesi 21:25
  • Donald Trump suçlu bulundu31 Mayıs 2024 Cuma 10:34
  • Otobüs uçuruma yuvarlandı: 21 ölü, 69 yaralı!31 Mayıs 2024 Cuma 10:31
  • Yapay zeka MGK Bildirisi’nde29 Mayıs 2024 Çarşamba 08:10
  • ABD’ye ait askeri uçak düştü29 Mayıs 2024 Çarşamba 08:09
  • İspanya Filistin devletini tanıdı28 Mayıs 2024 Salı 10:24
  • Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Hakkari Haber TV | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel :
    FEYZULLAH TAŞ- 0.(505) 440 39 66
    SAVAŞ TAŞ - 0.(545) 864 4868
    YUSUF TAŞ- 0.(544) 346 1740 | Haber Scripti: CM Bilişim